Ziman

Em xizmetên wergerê, edîtoryal, şiroveya zindî, avakirina lînkê, têkiliyên giştî û bi zimanên din, hîn tiştên zêdetirî wan dabîn dikin.

Niha zimanên ku li xwe digire ev in:

almanî, arnawidî (albanî), azerî, boşnakî, bulgarî, çînî (ya kevneşopî ya hêsankirî), çekî, danîmarkî, endonezî, erebî, ermenî, estonî, farsî, fînî, flemanî, fransî, gurcî, hindî, îbrî (îbranî), îngilîzî, îtalî, japonî, kantonî, khmerî, koryî, kurdî, laoyî, letonî, lîtvanî, macarî, makedonî, malayî, maratî, montenegroyî, norwêcî, polonî, portugalî (Ewrûpa û Brezîlya), romanî, rûsî, sirbî, slovakî, slovenî, spanî, swêdî, tagalogî, tamulî, teochew, thaî, tirkî, ûkranî, ûrdûyî, ûyxurî, vîetnamî, xirwatî, yoruba, yûnanî û her wisan em ji bo Amerîkaya Bakur, Awistralya / Zelandaya Nû, Îrlanda û Afrîkaya Başûr bi stîleke îngilîzî ya ku hatiye cihkîkirin dinivîsin. Ji bo hemû welatên Amerîkaya Latîn jî em dikarin naveroka bi spanyolî pêşkêş bikin.

Wekî din, ekîbên me li ofîsên deverên cur bi cur yên dinyayê hene ku ew dikevin nav civariya agahiyên cihkî û ji bo naveroka online û bazarkariyê jî nêzikîtêdaneke deverî dabîn dikin.